شبكة لالش الاعلامية

Kareseta Şingalê di mozexaneyên Amerîka de tê parastin

Kareseta Şingalê di mozexaneyên Amerîka de tê parastin

Çavkanî : BasNews

Serokê Firekesyna Birayetî û Pêkvejiyanê ya Civata Parêzgeha Nînewa Seydo Çeto ragehand ku, Amerîka razîbûna xwe jibo parastina kareseta Şingalê nîşandaye û cihekî taybet di mozexana Helekost Waştin hate terxan kirin.

Seydo Çeto ji BasNews re ragehand: “Hejmarek mezin ji dêkomênt û wêneyên kareseta Şingalê jibo mozexna Waştin hatine şandin û li wir wê werin parastin wek parçeyên vîdiyoyên revandina keçên û zarokên Kurdên Êzidî, goreyên bikom û wêneyên corbicor dê hetahetayî dê di mozexaneyên de bimînin.”

Seydo got: “Kareseta Rewanda, Sirîlaniyom û zindanên Rêjîma Beşar Esed li Sûriyê hemû di mozexaneyên Amerîka de hatine parastin, mozexaneya Helokost  razîbûna xwe jibo parastina dêkomênt û şûnewarên kareseta Şingalê nîşandaye.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bajarê Mûsilê Tenê 20% di destê de DAIŞê maye

Lalish Duhok

Agehyek ji Bingehê Laliş – Elmanîya

Lalish Duhok

Hikûmeta Kurdistanê: Her tv, radyo û rojnameya ku radîkaltiyê belav bike, tê girtin

Lalish Duhok