شبكة لالش الاعلامية

Şandeka NY serdana Şingalê kir û 3 milyon dolar ji Şingalê re terxan kir

Şandeka NY serdana Şingalê kir û 3 milyon dolar ji Şingalê re terxan kir

Çavkanî : BasNews

 Şandeka Netewên Yekgirtî (NY) serdana bajarê Şingalê yê Kurdistana Başûr kir û ji aliyê qayîmeqam û rayedarên bajêr ve hat pêşwazîkirin.

Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re got, îro şandeka NY, ku nûnerê sekreterê giştî yê NY Ban Kî-Moon jî tê de bû, serdadna Şingalê kir.

Mehma Xelîl da zanîn ku şanda NY, ji bona şopandina rewşa xelkê Şingalê û devera Şingalê hatiye Şingalê.

Qayîmeqamê Şingalê da zanîn ku nûnertiya NY li Iraqê (UNAMI) 3 milyon dolar ji bona Şingalê terxan kir û got, em spasiya NY dikin ji bo vê yekê.

Mehma Xelîl anî ziman ku wan ji şanda NY re gotine, Şingal êdî naxwaze girêdayî hikûmeta Iraqê bimîne, bila Şingal bibe parêzgeh û girêdayî Herêma Kurdistanê be.

Li gorî agahiyên qayîmeqamê Şingalê, şanda NY dê bi rayedar û rêveberiya Şingalê û Pêşmerge re jî bicive.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Jina Cihû li kampa Kurdên Êzidî navendeke çandî vekiriye

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Çekê yê li Iraqê kir

Lalish Duhok

Piştî 44 salan vegerîya welêt

Lalish Duhok