November 22, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Ji Barzanî 2 biryar

Ji Barzanî 2 biryar

Çavkanî : Rûdaw

  Barzanî îro bi partiyên Tirkmenî yên Kurdistanê re civiya. Serokê Fraksyona Hewlêra Tirkmenî jî dibêje: “Barzanî ji me re got eger hilbijartina jî were kirin ez nabim namzed û herwiha ragihand, em nahêlin careke din hejmoniya siyasî û serbazî ya Iraqê vegere Herêma Kurdistanê.”

Îro pênşemî 14ê Tîrmehê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel sekreter û serokên partiyên Tirkmenî civiya.

Serokê Fraksyona Hewlêra Tirkmenî li Parlamentoya Kurdistanê, Macid Bazirgan ji Rûdawê re ragihand, di civîna îro de Barzanî tekezî li ser piştgiriya xwe bo gelê Tirkmen û hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û behsa helwestên xwe yên berê yên derbarê mafê Tirkmenan û pêkhateyên din û bicihkirina wan di destûrên Iraqê û Herêma Kurdistanê de kir.

Macid Bazirgan herwiha got: “Serokê Herêma Kurdistanê ji me re  behsa kirîzên siyasî, aborî û şerê DAIŞê û astengiyên pêşiya  Herêma Kurdistanê kir û nêrînên me jî li ser wan arîşeyan wergirt.”

Bazirgan di berdewaniya axavtina xwe de wiha got:

“Barzanî ew yek zelal kir , ku eger civîna 23ê Hezîran a 2015an a Parlamentoya Kurdistanê nebûya, ew dê bihatiba ser ekranên televizyonan û dê bigotiba, dema yasayî ya min bi dawî hatiye û bila xelkê Kurdistanê kesekî din bikin serok, lê belê ew civîna hingê ya parlamentoyê bi nêrîna Barzanî bo şikandine îrade û têkdana lihevhatinê bûye.”

Serokê Fraksyona Hewlêra Tirkmenî derbarê helwestên Barzanî bo çareserkirina kirîzên li Kurdistanê de jî aî ziman: “Barzanî ji me re got, ku çavê wî li ser kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê nîne, lê belê aliyên siyasî li ser danîna kesekî wek serok lihev nekirin û ew jî naxwaze ji erk û berpirsatiyan bireve, bi taybet jî ku niha şerê DAIŞê û kirîza darayî heye.”

Macid Bazirgan herwiha da zanîn: “Heta Serokê Herêma Kurdistanê ji me re got, ku eger hilbijartina jî bê kirin, ew xwe bo serokatiya kandîd nake.”

Bi gotina Bazirgan, Barzanî li gel wê çendê ye ku kirîzên siyasî bi rêya gotûbêjên di navbera aliyên siyasî de werin çareserkirin.

Bazirgan ew yek jî anî ziman, ku Barzanî li hember qonaxa piştî şerê DAIŞê û kontrolkirina bajar û navçe û bajarokan ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve dilgiran e û di civînê de amaje bi metirsiyên wê qonaxê kiriye.

Serokê Fraksyona Hewlêra Tirkmenî tekez kir: “Serokê Herêma Kurdistanê ji me re got, em nahêlin careke din hejmoniya siyasî û serbazî ya Iraqê vegere Herêma Kurdistanê.”

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi