شبكة لالش الاعلامية

kovara Time ya navdar di weşana xwe ya dawî da keça kurda êzidî Nadîa Mûrad di nava ”100 mirovên herî bibandor ên cîhanê” di helbijêre

kovara Time ya navdar di weşana xwe ya dawî da keça kurda êzidî Nadîa Mûrad di nava ”100 mirovên herî bibandor ên cîhanê” di helbijêre

Çavkanî :Riataza

Kovara navdar Time-ê ku yek ji bandortirîn kovara navneteweyî ya cîhanê ye, di berga hejmara xwe ya nû de cih da keça kurd a êzîdî Nadîa Mûrad.

Time ew kovar e ku her sal ”kesên herî bibandor ên cîhanê” hildibijêre û navê wan pêşkêşî xwendekarên xwe dike. Kovara navborî gelek caran jî berga xwe ji bo kesekî yan kesekê terxan dike ku ev tê wateya giringiya wî yan wê kesê li seranserê dinyayê.

Cara dawî keça kurda êzîdî Nadîa Mûrad ji hêla kovarê ve di nava ”100 mirovên herî bibandor ên cîhanê” hate hilbijartin û berga kovara navdar xemiland.

Heta niha gelek kesên navdar ên dinyayê ketine berga kovara Timê. Bill Clinton, Vladimir Putîn, Michelle Obama, Barack Obama, Michael Jackson çend nav in ku di berga kovara navdar de cih ji wan re hatine terxankirin.

Şayanê gotinê ye ku Nadîa Mûrad yek ji wan keç û jinên kurdên êzîdî bû ku piştî komkujiya Şengalê ji hêla Daîşê ve hatibû revandin. Mûrad piştî demeke dirêj riyekê dîtibû û ji nava îşkenceya Daîşê reviyabû.

Nadîa Mûrad piştî ku xwe azad kir, li seranserê dinyayê beşdarî gelek çalakî û semîneran bû, axivî û derd û kulên kurdên êzîdî, êşa Şengalê bi kul û kesereke giran eşkere kir. Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê û parlamento û serokatiya gelek welatan bi dilekî pak û dilsozane pêşwaziya vê keça kurd a êzîdî kir û bûn hevparê êş û janên wê û gelê kurd.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî pêşwazî li balyoza Norwêcê ya li Iraqê kir

Lalish Duhok

Rêveberya Giştî ya Karubarên Êzidyan : “Gotinên Şivan Perwer berovajî rastiya ôil û civaka Êzidyaye”

Lalish Duhok

Li ser biryara Mesrûr Barzanî budceyeke taybet ji bo parêzgeha Helebceyê hat veqetandin

Lalish Duhok