شبكة لالش الاعلامية

Çînê cîgerê mirovan çêkir

Çînê cîgerê mirovan çêkir

Zanayên Çînî piştî hewldanek zêde yekem cîgerê Bayolojî dirust kirin ku heman karê cîgerê asayî ya mirovan dike.

Zanayên Zanîngeha Bayolojî ya bajarê Şenghay amaje bi yekê kirin ku, bi dirustkirina vê cîgerê, mirov dikare ji arîşe û nexweşiyên demdirêj ya cîger`ê rizgar bibe.

Di destpêkê de ev taqîkirin li ser wan Berazan hat encamdan ku arîşeya wan ya cîgeran hebû û piştî danana vê cîgerê rewşa wan baştir bû û dikariyan bi heman cîgerê asayî kar bikin

Bo yekem car ev cîger li ser jinek temen 60 salî hat taqîkrin ku heyama 40 salan tûşî nexweşiya cîger bibû û piştî dana vê cîgerê heya niha tu nexweşiyek wê nema ku gefan li jiyana wê bike.

Çavkanî :Xendan

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî danîna Baba Şêxê nû yê êzdiyan pîroz kir

Lalish Duhok

Balyozê Brîtanyayê: Em dixwazin rêkeftina Şingalê hemû deverên madeya 140 li xwe bigre

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 16 kesên din bi Koronayê mirin

Lalish Duhok