شبكة لالش الاعلامية

Bajarê Minbicê bi temamî ji destê DAIŞê hat derxistin

Bajarê Minbicê bi temamî ji destê DAIŞê hat derxistin

 Çavkanî :basnews

Şervanên YPGê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), bajarê Minbicê li parêzgeha Helebê ya Sûriyê bi temamî azad kirin.

Piştî şerekî giran û operasyonek dirêj, şervanên YPG û HSDê bi alîkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê bajarê Minbicê ji destê DAIŞê derxistin.

Qonaxa dawî ya operasyona Minbicê, ku roja 1ê Hezîrana îsal dest pê kiribû, îro danê sibê hatibû destpêkirin.

Li ser qonaxa dawî ya operasyona Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê gotibû, em êdî neçar in dest bi qonaxa dawî bikin çimkî çekdarên DAIŞê sivîlên ku di destê wan de ne, bernadin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Xurtê Êzidî Keçka Êzidî ji xwere xwest u wê jîyana hevjîniyê pêkbînin

Lalish Duhok

Jineke DAIŞ bi çi ceza keçeke Êzidî di kuje?

Lalish Duhok

Qamişlo- Agirbest heta sibe hate ragihandin

Lalish Duhok