شبكة لالش الاعلامية

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser Pêşmerge û şerê Mûsilê

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser Pêşmerge û şerê Mûsilê

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, bo tevlîbûna Pêşmerge di şerê Mûsilê de, Herêma Kurdistanê girêdayî wan rêkeftinan e ên ku bi hikûmeta Iraqê û hêzên hevpeyman re hatine îmzekirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser operasyona azadkirina Mûsilê û qonaxa piştî azadkirina wî bajarî daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, hatiye gotin ku şerê DAIŞê bo Herêma Kurdistanê li ser hemû tiştekî re ye û Pêşmerge jî di heyama du salên borî de kariye bi mêrxasî erkên xwe bicîh bîne û heybeta DAIŞê bişkêne.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin ku azadkirina bajarê Mûsilê û deşta Nînovayê ji Herêma Kurdistanê re ji Iraq, cîhan û hemû Rojhilata Navîn re girîng e ji ber wê jî divê ji xeynî aliyên wê yên serbazî, aliyên wê yên mirovî, siyasî û bandorên wê li ser Herêma Kurdistan û Iraqê jî bên hesibandin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha daye zanîn, ji bona ku komkujî û musîbetên ku hatine serê xelk û komên etnîkî yên Mûsil û Nînovayê, divê li ser birêvebirina bajarê Mûsilê û Nînovayê, rêkeftinek siyasî di navbera aliyan de were îmzekirin.

Li ser tevlîbûna Pêşmerge di şerê Mûsilê de jî Serokatiya Herêma Kurdistanê gotiye, Herêma Kurdistanê dê girêdayî wan rêkeftinan be yên ku di navbera Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û hêzên hevpeyman de hatine îmzekirin yan jî rêkeftinên ku dê bên îmzekirin.

Tê gotin ku operasyona azadkirina Mûsilê nêzîk bûye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serdana Dibistana Kebertu / 2

Lalish Duhok

Şingal…Goreke bi kom a êzîdiyan hat dîtin

Lalish Duhok

Rûhaniyê Êzidiyan: “Ewên çûne Îranê temsiliyeta me nakin”

Lalish Duhok