شبكة لالش الاعلامية

Baba Şêx bi serdanek fermî ber bi Amerîka birêket

Baba Şêx bi serdanek fermî ber bi Amerîka birêket

 Çavkanî :BasNews

Îro 13 Eylûlê, Serokê Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî û Lêvegera Bilind a Êzidiyan li Cîhanê Baba Şêx Xirto bi geştek fermî ber bi welatê Amerîka ve birêket, bi mebesta ku ew beşdarî merasîma destnîşankirina Kesayetiya Êzidî Nadiya Mûrad û Balyoza Niyazpakî ya Neteweyên Yekbûyî (NY).

Baba Şêx bi riya firokxaneya Hewlêr a NAvdewletî ber bi Amerîka birêket, geşta Baba Şêx ber bi Amerîka ve geştek fermî ye û bi mebesta ku ew beşdarî merasîma destnîşankirina Kesayetiya Êzidî ya Navdar Nadya Mûrad wek Balyoza Niyazpakî ya NY.

Merasîm wê li baregehê serekî yê NY li New York bi beşdarbûna Emîndarê Giştî yê NY û neûerên welatê cîhanê û kesayetiyên siyasî wê birêve biçe.

Nadiya Mûrad keçek Kurda Êzidî ye, temenê wê 23 salin û xelkê bajarê Şingalê ye, piştî ku çekdarên DAIŞê Şingal dagîr kirin, Nadya û bisedan keçên wek wê ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin, piştre jî Nadiya xwe ji dest DAIŞê rizgarkir û ev maweyê du sale wek balyoza niyazpakî ya NY jibo alîkariya keçên Êzidî kar dike.

Berî niha jî Nadiya Mûrad di civînek NY de çîroka destdirêjiya ku çekdarên DAIŞê li ser wê û ser keçên din ên Êzidî gotibû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Yunanistanê re civiya

Lalish Duhok

Bedirxanî û Çapemeniya Kurdî, Wek Nimûne Rojnameya Stêr

Lalish Duhok

Daxwaza ragirtina filmê “Mihemmed Resulullah” li herêmê tê kirin

Lalish Duhok