شبكة لالش الاعلامية

Barzanî: Oparasyona hevpişk ya pêşmerge û supayê Îraqê dirokîye

Barzanî: Oparasyona hevpişk ya pêşmerge û supayê Îraqê dirokîye

Çavkanî :Waar Media

Serokê herêma Kurdistanê bi komîsarê bilind yê penaberan li Neteweyên Yekgirtî ra got: Yekem care oprasyoneka hevpişk di navbera pêşmerge û supayê Îraqê da tê kirin û ew yek babetekê dîrokî ye.

Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê îro pêşwazî li Fîlîpo Girandî komîserê bilind yê penaberan li Neteweyên Yekgirtî û şanda li gelda kir û komîsarê Neteweyên Yekgirtî spasîya herêmê kir ku sereray bûna şerî û qeyranên aborî û mêhvandarîya hejmareka mezin ya aware û penaberan her hewlên Barzanî di berdewamin ji bo parastina jîyanê welatîyên sivîl di şerê dijî terorîstên Daişê da.

Di hember da Barzanî da behsê rewşa meydanîya bereyên şerî û plana azadkirina Mûsilê kir û amaje bi hemahengîya operasyona hevpişk ya pêşmerge û supayê kir û got: ew şerê li dijî dijminekê hevpişke û ew bixwe jî babetekê dîrokî ye û bo yekemcare rûdide û derfeteke ji bo pêdaçûnê di binyatê paşerojê da.

Herwesa barzanî tekez li wê yekê kir ku pêdvîye hemî alî alîkarîya aware û çarekirina pirsan alîkarîya hevdu biken.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî pêşwaziyê li tîmên hawarhatinê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Lalish Duhok

120 sal di ser jidayikbûna Mela Mistefa Barzanî re derbas dibin

Lalish Duhok

Konserta li Kela Hewlêrê rastî eleqeyeke mezin hat

Lalish Duhok