Fermana girtina hevserokên HDPê û 3 parlamenterên wê partiyê hat dayîn
Fermana girtina hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag hat dayîn.
Dadgeha Amedê derheqê hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag û 3 parlamenterên wê partiyê de fermana girtinê da, 3 parlamenterên HDPê jî bi şertê ku di bin çavdêriyê de bin, hatin berdan.
Şeva borî hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag û 9 parlamenterên wê partiyê hatibûn desteserkirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derheqê girtina wan de gotibû, hevserok û parlamenterên HDPê beriya niha bo îfadeyê hatibûn gazîkirin lê neçûbûn, ji ber wê jî me biryar da wan bi darê zorê bibin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
