شبكة لالش الاعلامية

Îro 26mîn salvegera serhildana bajarê Duhokê ye

Îro 26mîn salvegera serhildana bajarê Duhokê ye
Waar Media

Di rojeka weku îro da li sala 1991ê xelkê Duhokê li dijî rejîma Beesê serîhildan û fîşeka yekê berdan ser baregeha emna Duhokê ya rejîmê.

Bi Rizgarbûna Duhokê di 14 Adara 1991ê gelê Kurdistanê armanca serekî ya serhildanê bicîh anî û piştî wê biryarê bereya kurdistanî erkê bi rêvebirina herêmê wergirtin.

Di bîranîna salvegera rizgar kirina bajarê Duhokê da, û herwesa 114 salîya ji dayibûna Mistefa Barzanîyê Nemir, îro rêwresmek li hola kongreyan ya zankoya Duhokê bi amadebûna cemawerekî mezin yê xelkê Duhokê hat kirin.

Ew çalakî jî ji alîyê rêveberîya giştî ya rewşenbîrî û hunerî ya parêzgeha Duhokê hatîye rêxistin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş li bîrewerya damezrandina xwe:Bi hîç awayekî berhengarî nikarin karwanê me rawestînin

Lalish Duhok

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok

Şêx Şamo: PKK bûye dostê erebên ku di jenosîda Şingalê de alîkariya DAIŞê kiribûn!

Lalish Duhok