شبكة لالش الاعلامية

Asayişa Şingalê: 250 çekdarên êzîdî ji PKKê veqetiyane

Asayişa Şingalê: 250 çekdarên êzîdî ji PKKê veqetiyane

Basnews

Asayişa bajarê Şingalê ragihand, piştî bûyera Xanesorê bi dehan çekdarên êzîdî ji PKKê veqetiyane.

Rêveberê asayişa Şingalê Qasim Simo ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ji destpêka îsal ve heta niha zêdetirî 250 çekdarên êzîdî ji PKKê veqetiyane.

Qasim Simo daye zanîn ku tenê piştî bûyera Xanesorê, zêdetirî 100 çekdarên êzîdî ji nav PKKê derketine û roj bi rojî zêde dibe.

Rêveberê asayişa Şingalê daye xuyakirin ku PKKê dixwast kurdên êzîdî li dijî Pêşmerge bikar bîne lê kurdên êzîdî zanîn ku qesta PKKê derxistina aloziyê ye ji ber wê jî jê vediqetin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî li Waşingtonê: Bêyî serxwebûna Kurdistanê her tişt di xeterê de ye

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 9 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Şandekê qutabyan ji zankoyên welatê Elmanya seredana Perstgeha Laliş kirin

Lalish Duhok