شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî li Waşingtonê: Bêyî serxwebûna Kurdistanê her tişt di xeterê de ye

Mesrûr Barzanî li Waşingtonê: Bêyî serxwebûna Kurdistanê her tişt di xeterê de ye

Rûdaw

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Waşingtonê ragihand: “Me rêya referandumê hilbijartiye û em dê çarenivîsa xwe diyar bikin.” Mesrûr Barzanî herwiha rexe li helwesta hin welatan girt, ku dibêjin niha dema referandumê nîne û tekez kir: “Ew dema em dihatin kîmyabarankirin, çima ti kesî nediaxivt?”

Mesrûr Barzanî ku di konfransa Kurdistan Hvepeymanê Stratejîkê Amerîka de, li Waşington a paytexta Amerîkayê diaxivt, got: “Heta kengê xelkê me bi vî şêweyî reftar li gel bihê kirin û paşerojeke geş nebe, ku civaka navdewletî parêzvaniyê lê bike?”

 Mesrûr Barzanî ragihand: “Em dixwazin weke gelên din û welatên din serbixwe bin. Yek ji armancên Netewên Yekgirtî hebûna pêwendiya dostane ya navbera gelan e. Aya bi şêweyeke yeksan reftar li gel me tê kirin?”

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di beşeke din a axavtina xwe de diyar kir: “Divê em dawiyê bi wê tepeserkirinê bihînin, em nikarin bêdeng bin û tiştekê nekin heta ku xelek din li cihê me biryarê bidin. Gelo dema biryardana me kengê ye? Ew dema ku em dihatin kîmyabarankirin, çima ti kesî neaxivt û nedigotin, dema wê nîne ku Kurd bêne kîmyabarankirin?”

Derbarê wê çendê ku hinek ji welat dibêjin, niha ne dema referandumê ye, Mesrûr Barzanî got: “Di hemû qonaxên pêş DAIŞê û paş DAIşê de, ji me re dibêjin, niha dema wê yekê nîne. Êdî kengê dema wê ye ku em biryarê li ser  çarenivîsa xwe bidin?”

Barzanî amaje bi siyasetên Iraqê yên li hember Kurdan kir û da zanîn: “Eger em bera xwe bidin siyaseta Iraqê, di 80 salên salên bihorî de ti serkevtin bi dest nexistiye û ji niha paş ve jî serkevtî nabe û dive ez bibêjim ku dê xirabtir jî bibe. Divê em çareseriyeke rasteqîn bibînin û me rêya xwe diyar kiriye.”

Şêwirmenda Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Hikûmeta Iraqê di heyama bihorî de hemû rêyên serbazî ceribandiye, lê belê me rêya aştiyê hilbijart û niha jî em rêya gotûbêjê hildibijêrin. Em niha rêya referandumê hilbijartiye, da ku li ser encamên referandumê li gel cîhanê û Bexdayê biaxivîn.”

Di berdewamiya axavtina xwe de, Mesrûr Barzanî diyar kir: “Şikesta siyaseta hikûmeta Iraqê bû, ku DAIŞ çê kir û 1 milyon 800 hezar aware berê xwe dane Herêma Kurdistanê û di wê demê de jî bûdceya Kurdistanê birîn û di heman demê de jî rêgir bûn ji wê yekê ku çek bigihîje me, ne tenê ku bi xwe çek nedan me.”

Barzanî got: “Kurdistan dê bibe welatê hemû pêkhateyan, niha Kurdistan tekane devera cihê hêviyê li Rojhilata Navîn e. Ji wan cihên ku ber bi tayifîbûnê ve diçin, Kurdistan tekane cih e ku bûye cihê hêviya hemû pêkhateyan bêyî ti ciyawaziyan.”

Mesrûr Barzanî tekez kir: “Bêyî serxwebûna Kurdistanê hemû tiştek di xeterê de ye.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî beşdarî rêwresma taybet a Newrozê bû

Lalish Duhok

Bingehê Laliş : hoşdaryê dideyne her kesê bazrganyê bi kêşa Êzidyan biket û xelkê me beref şerekê tayfgerî bibet

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 860 kes bi koronayê ketin

Lalish Duhok