شبكة لالش الاعلامية

Daxuyaniya civîna Serokê Herêma Kurdistanê li gel partiyên siyasî yên di nav Hikumet û Parlamentoyê de

Daxuyaniya civîna Serokê Herêma Kurdistanê li gel partiyên siyasî yên di nav Hikumet û Parlamentoyê de

BasNews

Îro, roja Çarşemê 7 Hizêrana 2017an, nûnerên bilind ên partiyên siyasî yên di nava parlemento, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi amadebûna Cîgirê Serokê Herêm, Serokê Hikûmet û Serok û Cîgirê Komisyona Bilind a Hilbijartinên Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêr civiyan.

Di civînê de babeta referandûmê û hilbijartina Parlementoya Kurdistanê û pirsgirêkên siyasî yên navxweyî û rewşa navçê û cîhanê hate guftûgokirin. Amadebûyên civînê jî bîr û nêrînên xwe li ser pêwîstiya referandûm û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên herêmê anîn ziman.

Her di civînê de, amadebûyên civînê bi komeliya dengen li ser van xalan lihev kirin:

Yekem: Roja 25 Îlona 2017an wek roja encamdana referandûmê li Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya herêmê hate diyarkirin.

Duyem: Her ji roja bidawîbûna civînê û heta dema birêveçûna referandûmê, alî kar bo karakirina parlemento û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bikin, ew jî bo bidestanîna komdengiyeke niştimanî.

Sêyem: tekezî li ser çakirina jiyana xelkê û rewşa aborî ya welatiyên Kurdistanê, mûçexur, çîn û hejaran hate kirin.

Çarem: Biryar hat dayîn bi pêkanîna Encûmena Bilind a Referandûmê bi Serokatiya Birêz Barzanî. Herwiha biryar hat dayîn heta 12 Hizêranê partiyên siyasî nûnerên xwe bo beşdarbûna di çend komîteyên taybet bi referandûmê û piştî referandûmê diyar bikin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê

Yekîtiya Niştimanî a Kurdistanê

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê

Tevgera Îslamî ya Kurdistanê

Partiya Şiyo’î (Sosyalist) a Kurdistanê

Partiya Sosyalist Demokratî Kurdistan

Partiya Zehmethêşanî Kurdistan

Partiya Karkeran û Rencderan a Kurdistanê

Partiya Çaksazî ya Pêşkefto ya Kurdistanê

Lîsta Hewlêr a Tirkmenan

Bereya Tirkmenên Iraqê

Lîsta Geşepêdanê a Tirkmenan

Lîsta Ermen di Parlementoya Kurdistanê de

Tevgera Demokratî a Aşûrî

Encûmena Gel a Kildanî a Aşûrî

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Bingehê Laliş: Kongirên tayî û nivîsîngehên Laliş bi şêweyekî dîmukrasîyane bi rêve di çin.

Lalish Duhok

Bingehê Laliş tayê Baedrê 80 jin xelatkirin

Lalish Duhok

Barzanî bi helkefta salvegera damezrandina PDKê peyamek belav kir

Lalish Duhok