شبكة لالش الاعلامية

Pîr Xidir Silêman: “Serxwebûna Kurdistanê xewin û hêviyên Kurdên Êzdî cîbecîdike”

Pîr Xidir Silêman: “Serxwebûna Kurdistanê xewin û hêviyên Kurdên Êzdî cîbecîdike”

BasNews

Nivîskar û Lêkolînerê Êzdî Pîr Xidir Silêman ragehand ku, serxwebûna Kurdistanê geşbûna Êzdaytiyê ye ji ber ku, bi hezaran sal Ereb li dijî Êzdayetiyê karkirine, niha dem hat Kurdên Êzdî bi dengê belê bo referandomê bidin.

Nivîskar û lêkolînerê Êzdî Pîr Xidir Silêman ji BasNewsê re ragehand ku, ev hezarên salan derfeteke wiha ya niha bo Kurdên Êzdî nehatiye ku, bi yek carî xwe ji zilma Ereban dûr bikeve û rizgar bibe, niha derfeteke zêrîn hatiye ji Kurdên Êzdî re ku, bi dengê belê bo referandoma serxwebûna Kurdistanê bide, daku, Êzdî ji ferman û qirkirinê rizgarbibin.

Herwiha wî nivîskarî da zanîn ku, gelek pirtûk û lêkolîn li ser Êzdiyan berhevkirine û çapkirine û hatine belavkirin, diyar kir ku, ew giheştiye wê baweriyê ku, jiyan Kurdên Êzdî li gel Ereban pir zehmete û di dirêjahiya dîrokê de Kurdên Êzdî ji aliyê Ereban ve rastî zilmeke mezin bûne, niha dem hat ku, Kurdên Êzdî biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Pîr Xidir got jî dê hemû xewn û hêviyên Kurdên Êzdî cîbecîbike, herwiha da zanîn ku, giringe Kurdên Êzdî biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

li nawçeya Baedrê karesata Şingelê hat sax kirin

Lalish Duhok

Terorîstên DAIŞê yên karesat serê Şingalê de anîn çûne nav Heşdî Eşîrî!

Lalish Duhok

Nivêsîngeha Laliş li Mehetê hejmareka kesayetyên olî xelat dike

Lalish Duhok