شبكة لالش الاعلامية

PDK: Li Iraq û Kurdistanê êrişek berfireh li dijî referandoma serxwebûna Kurdistanê dest pê kiriye

PDK: Li Iraq û Kurdistanê êrişek berfireh li dijî referandoma serxwebûna Kurdistanê dest pê kiriye

BasNews 

Serokê firaksiyona PDKê li parlamentoya Iraqê dibêje, neyarên Kurdistanê li Iraqê li dijî referandoma serxwebûnê dest bi êrişê kirine û beşek ji medyaya Kurdistanê jî di nav vê kempênê de ye.

Parlamenterê kurd û serokê firaksiyona PDKê li parlamentoya Iraqê Erefat Kerem ji BasNewsê re got, beriya niha parlamenter û siyasemtedarên Iraqî yên dijî kurd û Kurdistanê bi rêya medyaya Iraqî dijîtiya xwe dihanîn ziman lê niha beşek ji medyaya qaşo taybet û medyaya Gorranê bûne berdevkê wan. Bizava Gorran li dû wan kesan e yên ku li dijî referandomê ne û dengê wan digihîne xelkê Kurdistanê!

Erefat Kerem her wiha got, ev kempên û êrişa ku ji aliyê neyarên referandomê ve hatiye destpêkirin, her ku diçe berfirehtir dibe. Armanca wan ew e ku xelkê Kurdistanê ji referandomê sar bikin, mixabin beşek ji medyaya Kurdistanê jî bûye şirîvkê vê yekê.

Referandoma serxwebûna Kurdistanê roja 25 Îlona îsal tê encamdan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî bi helkefta 70 saliya damezrandina Yekîtiya Jinan peyamek belav kir

Lalish Duhok

Iraq ji bo vegera koçberan a ji sînorê Lîtvanya asankariyê dike

Lalish Duhok

harîkaryên diravî bi ser xwendekarên beşdarî di xîvetgeha laliş ya duyê belavkirin

Lalish Duhok