شبكة لالش الاعلامية

Keçeka Kurda 11 salî li bajarê Meyadîn yê Sûriyê ji destê DAIŞê hate rizgarkirin

Keçeka Kurda 11 salî li bajarê Meyadîn yê Sûriyê ji destê DAIŞê hate rizgarkirin

BasNew

Rêveberê Nivîsingiha rizgarkirina revandiyên Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê ragehand ku, keçeka Êzdî temen 11 salî ji destê DAIŞê li bajarê Meyadîn yê Sûriyê hate rizgarkirin.

Rêveberê Nivîsingiha rizgarkirina revandiyên Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê Hisên Qaidî ji BasNewsê regehand ku, îro, 18.06.2017 keçeka Êzdî temen 11 salî ji destê DAIŞê li bajarê Meyadîn yê Sûriyê hate rizgarkirin.

Da zanîn ku, ew keç xelkê komelgeha Sîba Şîx Xidire li navçeya Şingalê û di gel malbata xwe li roja 3.08.2014 hatibû revandin, heta niha gelek endamên malbata wê jî di destên DAIŞê de ne û nivîsingeha rizgarkirina revandiyên Kurdên Êzdî di hewlên xwe de bo rizgarkirin hemû revandiyan bi piştgiriya nivîsingeha Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê berdewam e.

Herwiha Rêveberê Nivîsingiha rizgarkirina revandiyên Kurdên Êzdî aşkere kir ku, ev çend roj bûn wan li gel hin xêrxwazan kardikir daku, ev keça 11 salî ji bajarê Meyadîn rizgarbibe û diyare çekdarên DAIŞê gelek keç, jin û zarok Êzdî bo Sûriyê veguheztine.

Heta niha 3 hezar û 25 kes bi piştevaniya Serokê Hikumetê Nêçîrvan Barzanî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, herwiha 3400 kesên din jî hê di destê DAIŞê de mane û kar bo rizgarkirina wan berdewame.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Piştî civîna Barzanî ligel Pêşmergeyên Dêrîn û xanenîşîn..

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Pêwîste rêz li rêkeftinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine îmza kirin bê girtin

Lalish Duhok

Civînek derbarey Twafan li Laliş Êssîan hat lidar xistin.

Lalish Duhok