شبكة لالش الاعلامية

UNICEF: li Iraqê 5 milyon zarok hewceyî alîkariyan

UNICEF: li Iraqê 5 milyon zarok hewceyî alîkariyan

BasNews

Li gor raporekî UNICEFê eşkere kir ku li Iraqê 5 milyon zarok hewceyî alîkarîyê ne ku divê demildest bigihe wan.

Li gorî rapora UNICEfê di sala 2017ê de li Iraqê 152 zarok hatine kuştin, di sê salên dawiyê de jî hezar û 75 zarok hatine kuştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya UNICEFê de hat gotin ku, “Li tevahiya Iraqê, zarok hemû ji rewşeke hovane û şîdeteke dijwar re şahidiyê dikin.”

Hat ragihandin ku li Mûsilê zarok bi zanebûn tên kuştin, ji bo malbatên wan bên cezakirin û pêşî li reva wan bê girtin, tên kuştin.

Tevî vê yekê zêdeyî 4 hezar û 650 zarok ji malbata xwe hatin qutkirin. Li Iraqê êrîş li 138 dibistan û 58 nexweşxaneya hatiye kirin. 1,2 milyon zarok nikarin biçin dibistanan.

Li gorî rêxistinên navneteweyî, li Mûsilê ya di nava dagirkeriya DAIŞê de hey, hê zêdeyî 100 hezar sivîl asê mane ku nîvê wan zarok in.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Dû girtiyên Êzidî ji destê da’işê hatin rizgar kirin.

Lalish Duhok

PKKê li Şingalê ‘hêza komando’ ava kir

Lalish Duhok

Rêwresmên îmzakirin û belavkirina pertoka (Derdê Dila) hatine gêran

Lalish Duhok