شبكة لالش الاعلامية

Eşîrên êzîdî: Bila eşîrên ereb navê endamên xwe yên ku tevlî DAIŞê bûne, eşkere bikin

Eşîrên êzîdî: Bila eşîrên ereb navê endamên xwe yên ku tevlî DAIŞê bûne, eşkere bikin

BasNews 

Serokê eşîreka êzîdî dibêje, divê wan endam û çekdarên DAIŞê ku destê wan di komkujiya êzîdiyan de hebûye, bên dadgehîkirin ji ber wê jî divê eşîrên ereban yên devera Neynewa navê wan çekdar û endamên DAIŞê eşkere bikin.

Dema çekdarên DAIŞê havîna 2014 êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin, gelek erebên Şingalê tevlî DAIŞê bûn û di komkujkirin û revandina kurdên êzîdî de beşdar bûn.

Serokê eşîra Şirkan ya êzîdî, Omer Elî Kebho di daxuyaniyekê de, ku nusxeyek bo BasNewsê hatiye şandin, ragihandiye, dê li dijî hemû wan endam û çekdarên DAIŞê ku tevlî komkujkirin û revandina êzîdiyan bûne, li dadgehê gilî bike.

Omer Elî Kebho bang li eşîrên ereban yên devera Neynewa û Şingalê jî kiriye, ew endamên eşîran yên ku destê wan di kuştin û revandina êzîdiyan de hebûye, eşkere bikin û radestî dadgehê bikin da ku êzîdî û ereb bikarin bi hev re bijîn.

Wî mezinê êzîdiyan her wiha daxwaz kiriye ku pêşiya “baskê siyasî” yê DAIŞê jî were girtin û gotiye, her kesê ku agahî li ser çete û çekdarên DAIŞê yên ku destê wan di jenosîda êzîdiyan de hebûye, eşkere bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Lêkolîn li ser komkujiên Şingalê destpê kir

Lalish Duhok

Erebên Mûsilê dixwazin tevlî Herêma Kurdistanê bibin

Lalish Duhok

Kurdên êzdî hejmara qûrbaniyên xwe di bin destê DAIŞê de radgehînin

Lalish Duhok