شبكة لالش الاعلامية

Keçeka din a Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hate rizgarkirin

Keçeka din a Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hate rizgarkirin

BasNews

Rêveberê Nivîsingiha rizgarkirina revandiyên Kurdên Êzdî ragehand ku, îro, Sêşemê 18.07.2017 keçeka revandî temen 15 salî ya Kurdên Êzdî bi hevkariya Asayîşa qeza Akirê û Şêxan ji destê DAIŞê hate rizgarkirin.

Rêveberê Nivîsingiha rizgarkirina revandiyên Kurdên Êzdî Hisên Qaidî ji BasNewsê re ragehand ku, ew keça Êzdî ya ji destê DAIŞê hatî rizgarkirin temen 15 salî ye, ji xelkê devera Teil Qeseb e û dê bo parêzgeha Dihokê were veguheztin, herwiha da zanîn ku, ev keçe bi rêyên taybet yê  Nivîsingiha rizgarkirina revandiyên Kurdên Êzdî li gel Asayîşa qeza Akirê û Şêxan hate rizgarkirin û dê li ser rizgarkirina hemû Kurdên Êzdî berdewam bin.

Herwiha Rêveberê Nivîsingiha rizgarkirina revandiyên Kurdên Êzdî Hisên Qaidî da zanîn ku, revandiyên Kurd li Mûsilê rastî hemû corên êşkence û slime bûne, heta niha hîna 3000 Kurdên Êzdî di destê DAIŞê de mane û 3060 hatine rizgarkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Cîgirê Nûnerê Sekreterê Giştî yê NYyê di hevpeiyvînekê de behis li vegerandina awareyên Êzidî di ke

Lalish Duhok

Viyan Dexîl: Divê parlementoya Iraqê qanûnek bo derxistina PKKê li Şingalê derxîne

Lalish Duhok

Qasim Şeşo: Artêşa Iraqê PKK agahdar kiriye sînorê Şingalê û Sûriyê vala bike

Lalish Duhok