شبكة لالش الاعلامية

Zaroka Kurd a 2 salî di nava satila avê de xeniqî

Zaroka Kurd a 2 salî di nava satila avê de xeniqî

Duhok (Rûdaw) – Zarokeke keç a 2 salî li Kampa Keberto-2 a koçberên Şingalê li qezaya Sêmêlê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve kete nav satileke avê û xeniqî.

Berpirsê Ragihandina Borda Karûbarên Mirovî li Parêzgariya Duhokê, Salim Seîd ji Rûdawê re ragihand: “Îro yekşemî 1ê Kanûna 2019an piştî nîvro, ew zaroka temen biçûk ketiye nav satileke avê, ku tijî av bûye û bi sedema ku haya ti kesî jê nebûye, ew zarok xeniqî ye û canê xwe jid est daye.”

Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê, Nayif Remezan ragihand, “navê wê zarokê Neda Zêdan Sedrî ye û dema ku ew zarok ketiye nava satila avê, kesûkarên wê haya wan jê nebûye, lewma nekarîne zaroka xwe rizgar bikin.”

Li gor amara Rêveberiya Polîsê Hawarçûnê ya Duhokê, ji destpêka îsal ve heta niha li sînorê vê parêzgeha Başûrê Kurdistanê 32 kes xeniqî ne û 27 kes jî ji xeniqînê hatine rizgarkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî العربية

___

Heyder Şeşo: Çûna me ji bo nav Wezareta Pêşmergeyan de daxwaza me bixwe bû

Lalish Duhok

Bi çavdêrya Şêx Şamo Holên 1 û 2 li komelgeha Şarya di hêne sexbîrkirin .

Lalish Duhok

Operasyona rizgarkirina Şingalê didome û hêzên Pêşmerge jî pêşde diçin

Lalish Duhok