شبكة لالش الاعلامية

Iraqê daxwaz ji Tirkiyê kir êrîşên xwe rawestîne

Iraqê daxwaz ji Tirkiyê kir êrîşên xwe rawestîne

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Iraqê, Ehmed Mela Telal ragihand, hikûmeta Iraqê bi fermî derbarê operasyonên li nav axa xwe du nameyên nerazîbûnê daye Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê û daxwaz ji Tirkiyê kir, ku êrîşên xwe rawestîne.

Berdevkê hikûmeta Iraqê dibêje, hêzên Tirkiyê çendîn car e êrîşî axa Iraqê dikin û tekez dike: “Em van kiryaran bi tundî red û şermezar dikin, ku peywendiyên bihêz û demdirêj ên di navbera herdu gelên dost têk dide.”

Di daxuyaniyê de herwihatê gotin, “em daxwaz dikin demildest ew êrîş bêne rawestandin, ku aştiya navçeyî têk dibe, tevî ku êrîş e li ser serwerî, can û malê Iraqê.”

Ehmed Mela Telal destnîşan dike, hikûmeta Iraqê du nameyên fermî yên nerazîbûnê daye Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê û tekez dike, “hikûmeta Iraqê dê ji bo redkirina wan êrîşan û rawestandina wan, qanûn û prensîpên navdewletî bi kar bîne.”

Berdevkê hikûmeta Iraqê herwiha tekezî li ser wê yekê dike, ku “hikûemta Iraq di aliyê qanûnê û exlaqî de Tirkiyê bi berpirsyarê hemû zirarên mirovî û maddî yên êrîşên di nav axa Iraqê de dibîne.”

Ehmed Telal bang li civaka navdewletî jî dike, ku pêngavên pêwîst ji bo bihzêkirina istiqrara li navçeyê û selimandina mafê serweriya Iraqê ji bo parastina ax û gelê xwe bavêje.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Berpirsekî Lalişê: PKK li dijî deb û pirensîbên kurdên êzîdî kar dike

Lalish Duhok

Bingehê Laliş pişkdarî di smînara çîroka serkeftinê ya keçeka Êzidî da kir

Lalish Duhok

Serok Barzanî serdana sengerên Pêşmerge kir

Lalish Duhok