شبكة لالش الاعلامية

Cîgirê parêzgerê Nînowa: Gelek xelkê Şingalê ji ber neçarî koçberî derveyî welat bûne

Cîgirê parêzgerê Nînowa: Gelek xelkê Şingalê ji ber neçarî koçberî derveyî welat bûne

BasNews – Cîgirê parêzgerê Nînowa diyar kir, xelkê Şingalê bêhêvî bûne ji vegera Şingalê. Ev çend salin bi tenê Bexda axaftinê li hember xelkê Şingalê dike, lewra gelek ji xelkê Şingalê jî çûne derveyî welat.

Cîgirê parêzgerê Nînowa yê karûbarên koçberan Umer Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Tiştekî nû bo vegera koçberan tine, Bexda tenê axaftinê dike bicîh nayne. Ev jî bûye sedem xelk bêhêvî bûne û di encamê de jî xelk diçin derveyî welat. Ji ber xelkê hêvî nemaye vegerin Şingalê, lewra jî gelek ji xelkê Şingalê diçin derveyî welat, ji ber tenê gotin tên kirin û kiryar tine bo ji bo xelkê Şingalê. Gelek ji xelkê Şingalê di bin çadiran de mane li kampên herêma Kurdistanê û gelek jî çûne derveyî welat û rêjeyekî kêm vegeriyane Şingalê.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

NY: Heta niha 200 hezar Êzidî li Herêma Kurdistanê aware ne

Lalish Duhok

Danîmarka ji bo rawestandina pêla koçberan hêlên trênê di gel Almanya ragirt

Lalish Duhok

Vîyan Dexîl: Hebûna PKKê li Şingalê gefeka mezine

Lalish Duhok