Nûnerê Mesîhiyên Şingalê: Pêwîste PKK ji Şingalê derkeve
Nûnerê Mesîhiyên Şingalê Îsa Şemium di hevpeyvîneke li gel BasNewsê re ragehand: ‘’Hikûmeta Iraqê nikare rewşa Şingalê çareser bike. Ji ber wê rewşa nearam û xirab jî, Mesîhiyên Şingalê nekarîne vegerin ser cîhên xwe û piraniya wan ji bi derveyî welat koçber bûne.’’
Îsa Şemium ragehand: ‘’Nav Şingalê de 52 malbatên Mesîhî hebûn. Ji wê hejmarê tenê malbatek vegeriyaye Şingalê. Nîvê din jî ber bi derveyî welat koçber bûne. Beşek ji wan jî ji ber rewşa xirab a naha li Şingalê heye nekarîne vegerin ser mal û mulkên xwe.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Em li gel şandeyekî xelkê Şingalê çûn Bexdayê, ku ji bo rewşa Şingalê bê çareser kirin. Me hest kir ku ti tiştek ji dest Bexdayê nayê ji bo çareser kirina rewşa Şingalê. Herwaha ti tiştekî nû tine ji bo başkirina rewşa Şingalê û sal bi sal jî rewş xirabtir dibe.’’
Îsa Şemium got: ‘’Ti tiştek nehatiye kirin, pêwîste Bexda bi rijd kar bike ji bo cîhbicîh kirina rêkeftina çareseriya rewşa Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta federal a Iraqê de hatiye kirin.’’
Nûnerê Mesîhiyan got: ‘’Sala 2014ê de dema jenosîda Şingalê de 52 malbatên Mesîhî li Şingalê niştecîh bûn. Gelek malbat ketin dest terorîstên DAIŞê, lê hemû rizgar bûn. Tenê çarenivîsa 4 ciwanên Mesîhî heta naha nediyar e. Herwaha mal û mulkên wan malbatên Mesîhî wêran û talan bûn. 3 dêrên Mesîhiyan li Şingalê hebûn, hersê xirab bûne û nehatine çêkirin.’’
Îsa Şemium dawiyê de jî got: ‘’Hikûmeta Iraqê nikare rewşa Şingalê çareser bike, bi taybet Bexda nikare PKKê û grubên çekdar ên li wê derê derbixe. Pêwîste PKK bê şer û pevçûn ji Şingalê derkeve û vala bike. Ev 8 sale em berdewam daxwaz dikin ku rewşa Şingalê bê asayî kirin û PKK û grubên çekdar derkevin derveyî Şingalê. Lê heta naha rewş her aloze û xirabe û Bexdayê jî ti xizmetek negehandiye Şingalê.’’
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî