شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Japonyayê gefa terorê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Japonyayê gefa terorê gotûbêj kirin

BasNews- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Japonya yê li Iraqê Suzuki Kotaro geşedanên siyasî yên Iraqê û pêwendiyên Japonya yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Malpera fermî ya Serokatiya Herçma Kurdistanê, îro duşemê 22yê Tabaxa 2022yan ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Japonya yê li Iraqê Suzuki Kotaro geşedanên siyasî yên Iraqê û pêwendiyên Japonya yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Balyozê Japonê dupat kiriye ku welatê wî dê li ser piştgirî û hevkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be, pesnê pêşketinên Herêma Kurdistanê daye û rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di nêzîkkirina aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û yekrêziya di navbera wan da bilind nirxand.

Nêçîrvan Barzanî spasiya rola Japonyayê ya li Herêma Kurdistan û Iraqê kiriye û bi taybetî amaje bi kar û çalakiyên ajansa JICA ya Japonyayê kiriye û hêviya berdewambûna kar û çalakiyên Japonyayê û pêşxistina têkiliyên du alî xwestiye.

Rewşa siyasî ya Iraqê û sûdwergirtina ji derfetan, aştî û aramiya navçeyê bi giştî, metirsiya terorê, pirsa avadankirinê û ew sektorên ku Japonya dikare tê de kar bike û handana sektora taybet, çend mijarên din yên hevdîtinê bûne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Andamên lijna danana reşnvîsa navxweyî yê civata bilinda êzidîyan hatin raqehandin

Lalish Duhok

PDK dixwaze ofîseka Perleman li Şingal veke

Lalish Duhok

Divê mirov çawa gazî zarokan bike?

Lalish Duhok