شبكة لالش الاعلامية

Li Efxanistanê bi hezarên koçberan berê xwe dane Kabulê

Li Efxanistanê bi hezarên koçberan berê xwe dane Kabulê

Hewlêr (Rûdaw) – Çadireke Neteweyên Yekbûyî li Kabula Efxanistanê ji koçberên bajarên din ên wî welatî tije bûye. Karmendên Neteweyên Yekbûyî di vê çadirê de ne, ku karûbarên bi sedan koçberên Efxanî diqedînin, ev koçber ji bajarên bakurê welat reviyane û niha li dibistanekê bicîh bûne.

Berpirsê meydanî yê UNICEFê Bahirullah Wyaar dibêje “Ligel wê pêla mezin a koçberên Efxanî ku berê xwe dane Kabûlê, rewşa wan bi temamî xirab e. Ev der dibistaneke bûye kampa koçberan. Yên ku li vê derê ne, bi alîkariya aliyên cuda dest bi gihandina xwarin, ava paqij û xizmetguzariya tendirustî kirine.”

Di 24 demjimêrên borî de, zêdeyî 400 malbat ji bajarên din ên Efxanistanê ji tirsa çekdarên Talîbanê reviyane û berê xwe dane kampên Neteweyên Yekbûyî, heta wek ew dibêjin xwe ji gefa Talîbanê biparêzin.

Berpirsê peywendiyên UNICEFê yê Kabûl Fereydûn Aryan got “Ligel belavbûna tundûtûjiyê li seranserî Efxanistanê, hijmareke zêde ya xelkê hatine neçarkirin ji malên xwe derkevin, ew jî neçar in ber bi Kabulê ve biçin. Zêdeyî 400 malabat ji bakurê Efxanistanê reviyane, piraniya wan jî xelkê Ser Pol, Qundûz, Badexşan û Taxarê ne.”

Di dema 6 hefteyên borî de zêdeyî 18 hezar kesî ji navçeyên cuda yên Efxanistanê gihiştine Kabula paytext.

Ji destpêka îsal ve, nêzîka 390 hezar Efxanî koçber bûne ku zêdeyî nîvê wan jî zarok in.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hejmara qurbaniyên erdheja Bakur û Tirkiyê gihîşt 17 hezar û 407 kesan

Lalish Duhok

Gotûbêjek vekirî li ofîsa Lalish Dihok

Lalish Duhok

Salvegera Enfalê li Başûrê Kurdistanê

Lalish Duhok