شبكة لالش الاعلامية

Forma aborî ya Herêma Kurdistan û Tirkiyê li Hewlêrê destpê kir

Forma aborî ya Herêma Kurdistan û Tirkiyê li Hewlêrê destpê kir

BasNews – Îro 26.09.2021ê bi beşdariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê Mehmet Muş ve forma bazirganî ya Hewlêr û Enqerî destpê kir.

Duh êvari Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê bi rêya balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê ve geheşt Herêma Kurdistanê û îro hevdîtinekî taybet li gel serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û heman demê de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtin pêkanî û naha jî bi beşdariya şandeyekî Tirkiyê û bazirganên Herêma Kurdistan û Tirkiyê ve forma aborî destpê kir.

Naveroka vê formê taybete bi guftûgoyên bazirganî û aborî yên di navbera herêma Kurdistanê, Tirkiyê û Iraqê. Armanc pêşxistina sektora aborî û hilberîna di navbera Tirkiyê û herêma Kurdistanê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şandek ji Rêxistina Mayan Xatûn digel Cîgirê Konsolê Brîtanî li Hewlêrê dicive.

Lalish Duhok

Li ser bilindkirina rola jinan di navendên biryardanê de (Parêzgeha Dihokê wek mînak)

Lalish Duhok

Masud Barzanî: Yan bindestî yan serxwebûn!

Lalish Duhok