شبكة لالش الاعلامية

Fazil Mîranî: Li şûna xirabî behsa başiyên hev bikin

Fazil Mîranî: Li şûna xirabî behsa başiyên hev bikin

Hewlêr (K24) – Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ji aliyên siyasî daxwaz kir; li şûna ku bi xirabî behsa hev bikin, behsa başiyên do û îro û siberoja xwe bikin.

Fazil Mîranî li Hewlêrê di bangeşeya hilbijartinan a partiya xwe de diyar kir; hinek aliyên siyasî dibêjin di hilbijartinên derbasbûyî de PDK sextekarî kiriye, lê ew partiyên siyasî ji PDKê zêdetir sûdmend bûne û postê Serokê Parlamentoyê û Cîgirê Serokwezîr wergirtine.

Mîranî destnîşan kir: “Di hilbijartinekê de yek ji şirîkên me herî kêm kursî bi dest xwistibû, ango ew dibêjin sextekarî ye, em dibêjin na, piraniya xelkê li derdora PDKê civiyane û dengê xwe didin PDKê.”

Sekreterê Polîtburoya PDKê herwiha diyar kir: “Hinek alî tenê behsa me dikin, ango em di tiştên baş û xirab de ku me kirine, em bi tenê ne, gelo ew bi xwe? Zehmet nebe êdî dev ji hev berdin, li şûna ku bi xirabî behsa hev bikin, behsa başiyên do û îro û pêşhateyên sibe derxin holê.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî û berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Awropa kombûn

Lalish Duhok

Li Şingalê merasîma danîna bîrdariya şehîdên jenosîda Êzdiyan birêve çû

Lalish Duhok

Li navçeya Xankê simînarek li dor( Xankê ji komelgehê beref navçedarîbûnê) hate gêran

Lalish Duhok