شبكة لالش الاعلامية

Wezîrê Derve yê Îtalyayê geheşt Herêma Kurdistanê

Wezîrê Derve yê Îtalyayê geheşt Herêma Kurdistanê

BasNews – Wezîrê Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio îro 22/12/2021 bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê re,  gihîşt Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê re,  gihîşt Herêma Kurdistanê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve pêşwazî lê hate kirin.

Li gor zanyariyên berdest, Wezîrê Derve yê Îtalyayê di vê serdana xwe de bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive û pirsên niha yên Iraqê, bi taybet metirsî û gefên terorê li herêmê guftûgo bike.

Wezareta Derve ya Îtalyayê di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio roja Çarşemê 22/12/2021ê serdana Kuwêtê dike û piştre serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike.

Diyar kir jî, Luigi Di Maio serdana hêzên artêşa Îtalyayê li Hewlêrê dike ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de li Hewlêrê ne û bi erkê şêwirmendiya serbazî radibin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Urdinê çend pirsên girîng guftûgo kirin

Lalish Duhok

Berhem Salih daxwaza destjikarkêşana xwe peşkeşi parlementoyê kir

Lalish Duhok

Heval Ebubekir weku parêzgarê nû yê Silêmanîyê hat hilbijartin

Lalish Duhok