شبكة لالش الاعلامية

Li Hewlêrê di konferansekî de keçên êzdî û jinên 7 welatan gotûbêj li ser rizgarbûna ji milmilaneyên çekdarî dikin

Li Hewlêrê di konferansekî de keçên êzdî û jinên 7 welatan gotûbêj li ser rizgarbûna ji milmilaneyên çekdarî dikin

BasNews – Îro 03.02.2022yê li Hewlêrê konferansa piştevanî kirina danîna çarçoveyekî yasayî ji bo jinên rizgarbûyên tundiyê li Rojhilata Navîn destpê kir, ku dê 2 rojan berdewam bike.

Derbarê vê konferansê de peyamnêrê BasNewsê ragehand, biryar bû konferans li Bexdayê birêve biçe, lê naha li Hewlêrê birêve diçe û du rojan jî dê berdewam bike.

Herwaha got: ‘’Encûmena Bilind a Jinan û rêxistinên jinên ereb û rêveberiyên giştî yên jinên hikûmeta Iraq û Netewên Yekbûyî serpereştiya konferansê dikin.’’

Amaje bi wê yekê jî kir ku di vê konferansê de keçên rizgarbûyên destê DAIŞê û jinên qurbaniyên destê milmilaneya çekdarî yên Sudan, Filîstîn, Lubnan, Lîbya, Yemen, Urdin û Iraqê çawaniya rizgarbûna xwe ya di dema milmilaneyên çekdarî dê gotûbêj bikin.

Derbarê armanca vê konferansê de peyamnêrê BasNewsê diyar kir, dixwazin bi rêya bihev guhertina ezmûnan ve kar bê kirin, ku rêgirî li dubarebûna wan rewşan bê kirin û çarçoveyekî yasayî jî ji bo qerebû kirina qurbaniyan bê dîtin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Salvegera 9 ya cînosayda Êzidiyan li Duhokê hate saxkirin

Lalish Duhok

Şingal – Li gundê Gir Izêr xaniyek teqiya

Lalish Duhok

Peyama Serok Barzanî ji bo cejna sersala olî ya êzdiyan

Lalish Duhok