شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêma Kurdistanê ji ber cejna Qurbanê peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê ji ber cejna Qurbanê peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê cejna Qurbanê li xelkê Kurdistanê pîroz kir. Peyama wî wiha ye:

Bi helkefta hatina cejna Qurbanê, ez bi germî pîrozbahiyê li tevahiya misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê, bi taybetî li malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên mêrxas dikim. Ez hêvîdar im ku em hemû cejn û bêhnvedaneke aram û bextewer derbas bikin û ev cejn xweşî û aramiyê bi xwe re bîne.

Werin em peyam û wateya mirovî û xweşikiya cejnê; gerdenazadî, lêborînî û lêxweşbûnê bikin derfetek ji bo yekrêzî, biratî û hevdûqebûlkirinê, vekirina rûpeleke nû ya aştî û lihevhatinê û bi hev re ber bi siberojeke baştir pêngavan biavêjîn.

Werin em li Iraq û Herêma Kurdistanê vê helkeftê bikin destpêkeke nû ji bo hevkarî û karê hevbeş di navbera hemû hêz, alî û pêkhateyên welat da, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, derbaskirina dijwariyan û parastina aramî, seqamgîrî û gihiştina bi qeraxê aramî û dilrehetiyê.

Cejna we hemûyan pîroz be. Hemû salek bi xêr û xweşî be.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Berpirsê leqa Şingalê yê PDKê: Ew dû fermanber hatin teror kirin

Lalish Duhok

Serokê Hikûmetê erd ji bo çêkirina binkeyekî tenduristiyê li Şêxanê veqetand

Lalish Duhok

4 keç û xortekî kurdên êzidî hatine rizgarkirin

Lalish Duhok