شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Koreyê kir

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Koreyê kir

BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Kore yê li Herêma Kurdistanê Cho Kijoung kir.

Îro pêncşemê 22yê Îlona 2022yan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li li Konsulê Giştî yê nû yê Kore yê li Herêma Kurdistanê Cho Kijoung kir. 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê lê kir û di erkê wî de hêviya serkeftinê ji bo wî xwest, herwiha amaje bi pêwendiyên dîrokî û taybet ên navbera Herêma Kurdistanê û Koreyê kir û daxwaza xwe ya pêşveçûna pêwendiyên dualî di hemû waran de dubare kir.

Konsulê Giştî yê Koreyê, tevî pêşkêşkirina kurteyek li ser kar û çalakiyên xwe li Herêma Kurdistanê, spasiya aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo hevkarî û hevahengiya wan a baş a ligel konsulxaneya welatê wî.

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Çalakyên Bingehê Laliş di çar mehên derbazbûy da li sala 2022da.

Lalish Duhok

Lavrov: Şerê cîhanê yê sêyem dê şerê atomî be

Lalish Duhok

Serok Barzanî kesekî Êzdî berbijêr dike ji bo peywirên wezîrên Iraqê  

Lalish Duhok