شبكة لالش الاعلامية

Qaymeqamê Duhokê: Îsal plan hatiye kirin ku bayê 30 milyar dînaran proje bên bicîhanîn

Qaymeqamê Duhokê: Îsal plan hatiye kirin ku bayê 30 milyar dînaran proje bên bicîhanîn

BasNews – Qaymeqamê qeza navendî ya Duhokê ragehand, îsal plan hatiye danîn ku bayê 30 milyar dînaran proje bên bicîhanîn.
Qaymeqamê qeza navendî ya Duhokê Cehwer Elî Ezîz ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di berdewamiya cîhbicîh kirina projeyên xizmetguzariyê de, parêzgeha Duhokê îsal ango 2023yê jî planên wê yên pir baş hatine danîn û ji aliyê saziyên ser bi îdareya Duhokê ve hejmarek proje hatine pêşneyar kirin. Wek çêkirina rê û kanalên av a pîs û projeya elektrîk, av û perwerde û tenduristî di nav wê planê de cîh digrin. Giringiyekî zêde ji bo çêkirina rêyan jî hatiye dayîn.’’
Herwaha got: ‘’Îsal me pêşneyar kiriye bayê 30 milyar dînaran proje bên cîhbicîh kirin. Dibe ku ji vê rêjeyê jî zêdetir be û dibe kêmtir jî be, lê em li benda rezamendiya hikûmetê ne.’’

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li komelgeha Xankê harîkarya xêzanên kêm deramet dête kirin

Lalish Duhok

li Sinûnê ji ber hebûna PKK ahingên cemawerî ên cejna Newrozê nayêne pêkanîn

Lalish Duhok

Artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê xaleke din a leşkerî danî

Lalish Duhok