شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koreyê kir

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koreyê kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê 9ê Îlonê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Komara Kore yê li Herêma Kurdistanê Cho Kijoung kir, ku ji bo xatirxwestinê û bidawîbûna erkê wî, serdan kiribû.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî balkişandina ser pêwendiyên dîrokî û dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Koreyê, spasiya Konsulê Giştî yê Koreyê kir ji bo kar û çalakiyên ji bo pêşvebirina pêwendiyên dualî û di erk û karê wî nû de hêviya serkeftinê ji re xwest.

Konsulê Giştî yê Koreyê, pêzanîna xwe ji bo hevkarî û hevahengiya baş a saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel konsulxaneya welatê wî nîşan da û amadebûna xwe jî nîşan da ji bo zêdetir pêşvebirina pêwendiyên navbera Kore û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê xwendin û piştevanîkirina çaksaziyên Kabîneya Nehem ên dijîtalkirina xizmetguzariyên giştî de.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Heta niha çend welatan komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas kirine?

Lalish Duhok

Abdulrehman Kurt: Herêma Kurdistanê di vê erdhejê de deriyekî hevkariyê yê giring bû

Lalish Duhok

Li Bingehê Laliş li Şêxan dewreya xurtkirina zimanê Îngilîzî bi dawî bû

Lalish Duhok