Kirasguhastina rêzdar Mehmet Alataș yê ku 98 salan Êzdiyatî li gundê Șimzê diparast !
Kemal Tolan- Xemxwar û Berhevkarê Kevneşopên Êzdîtiyê
Pismamên hêja,
min jî bi dilekî xemgîn bihîst ku, rêzdar apê Mehmet Alataș yê ku heta 98 saliya temenê xwe li gundê Șimiz(Oğuz)ê dijiya û Êzdiyatî diparast di 05.05.2016 de kirasguhastiye û çuye ber dilovaniya Xwedê.
Bi rastî, ez zahf xegînim ku min heta vêga derfet nedît li ber çokên rêzdar apê Mehmet Alataș rûnim û ji ber zargotina ku li ser dilê rahmetî mabû, bersiva gelek pirsen li ser delîl, nêrîn, dîtin, çirok, stran, agehdariyên ku rewșa jiyan, ferman û qirkirinên bav-kalên me zelaltir bikirina binivisînim.
Lê weke ku min di çapemeniyê de șopandiye, Xwedê jê raziyê apê Mehmet Alataș di gelek ciyan de gotiye, – Em li ser vê axê hatine dinya yê, emê li ser vê axê jî kirasbiguhêzin-“Bu toprakta doğduk, bu toprakta öleceğiz”- * 1 û ewî jî li goriya derfetên xwe gelek caran bahsa rewșa Êzdiyên ku heta niha li gundê Șimzê(Oğuz) diman kiriye û Êzdiyatî parastiye.- Binêren li çavkanî: 1, 2, 3 û 4-
Ez dibêjime Xwedê jê raziyê apê Mehmet Alataș, gelek spas ji bo vê xizmet, ked û emaka ku te ji bona parastin û nasandina Êzdîtiyê kiriye! Ji Xwedê û Tawisî Melek hêvîdikim, ku ew we bi rahmeta xwe şahbikin!
Bila serê we tevaya zarok, zave, nebî û kesên ku ji malbata rahmetiyê rêzdar apê Mehmet Alataș in sax be!
Kemal Tolan- Xemxwar û Berhevkarê Kevneşopên Êzdîtiyê
*Çavkanî:
1 http://www.batmancagdas.com/gundem/bu-toprakta-dogduk-bu-toprakta-olecegiz-h41859.html 2 http://www.batmancagdas.com/yezidi-k246y252nde-bir-231ift-kald305-h7180.html 3 http://www.habervantv.com/haber-15966- 4 http://yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=44805
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
