Helbestvana Kurd Gulnar Elî koça dawî kir
Rûdaw
Helbestvana Kurd a ji Başûrê Kurdistanê, Gulnar Elî îro yekşembiyê li welatê Amerîkayê koça dawî kir.
Gulnar Elî ku ji bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê ye, bi sedema nexweşiyê îro di temenê 43 saliyê de li Amerîkayê bi yekcarî xatir ji dinyayê xwast.
Endamê Desteya Liqa Duhokê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Selam Baleyî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, Gulnar Elî ji sala 2012ê ve endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd bûye û bi gotina wî, yek ji endamên çalak ên wê yekîtiya nivîskaran bûye.
Gulnar Elî Baleteyî di sala 1974ê de li gundê Balete yê ser bi parêzgeha Duhokê ji daiyk bûye û pênc dîwanên wî yên helbestan bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî heye.
Herwiha wê helbesta wan Kurd, xwediyê du romanên bi her du zimanê Erebî û Îngilîzî jî ye.
Wêneya herî dawîn ku Gulnar Elî ya helbestvan li ser hesaba xwe ya di tora civakî ya Facebookê de belav kiriye, li ser giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye û wêneyeke xwe bi nivîsa, belê ji bo referanduma li Kurdistanê, belav kiriye.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî