شبكة لالش الاعلامية

Festîvala Fîlman a Silêmaniyê – ‘Kurdistana azad ji bo me derfet e’

Festîvala Fîlman a Silêmaniyê – ‘Kurdistana azad ji bo me derfet e’

Silêmanî (Rûdaw) Derhênerê Kurd Haşim Aydemîr ku bi fîlma xwe ya bi navê ‘Dema Dirîreşkan’ beşdarî 5emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmnaiyê bûye û fîlma wî di beşa pêşbirkê ya fîlmên dirêj de ye, tekez dike ku “Kurdistana azad” ji bo sînamegerên Kurd derfetek e ku bi awayeke azad berhemên xwe çêkin û peşkeş bikin.

5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silmêmaniyê duh 17ê Kanûna 2021an bi nîşandana fîlma “Mala Daliya” ya derhênerê Kurd Dana Kerîm, dest pê kir.

Ji 35 welatan fîlm beşdar in û herwiha ji gelek welatên cûda sînameger jî bo beşdarkirina festîvalê hatine û yek ji wan derhênerê Tirk Murat Çehrî ye ku bi fîlma xwe ya bi navê “Min Xewnek Dît” di beşa pêşbirkê ya fîlmên dirêj de beşdar e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Daxwaz ji Muqteda Sadr dikim dest bi giftûgoyeke berfireh bike diyalogeka berfireh bike.

Lalish Duhok

Xoleka Tepapê li Komelgeha Şarya bi dawî hat.

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok