شبكة لالش الاعلامية

Leyla dixwaze bi navê Kurdistanê bibe şaciwan

Leyla dixwaze bi navê Kurdistanê bibe şaciwan

Hewlêr (Rûdaw)

Keçek kurd ji Rojhilatê Kurdistanê bi navê Leyla Çupanî, di festival hilbijartina şaciwana “Miss Grand International” li welatê Tayland de beşdar bûye.

Leyla Çopanî ya 23 salî, ji bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê ye û niha li welatê Swêdê dimîne û li Dubei karê faşyonê dike.

Wê keça kurd ji Rûdawê re ragihand: “Ez bi navê kurdistanê di vê merasimê de beşdar bûme.”

Merasima hilbijartina şaciwana Miss Grand International salane li welatê Tayland birêve diçe. Par jî keçekî kurd bi navê Daliya Hesen tê de beşdar bû, lê ti nasnavek bi dest neanî, lê niha Leyla Çupanî di nava 20 keçên dawî de ye.

Îsal keçên welatên: Îsraîl, Tayland, Spaniya, Flipîn, Brîtanya, Fransa, Amerîka, Kurdistan û gelek welatên din jî tê de beşdar in.

03

04

05

07

163306Image1

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezareta Pêşmerge bo Rûdawê: Di êrîşeke PKKê de 5 Pêşmerge şehîd bûn

Lalish Duhok

Hinartina petrola Herêma Kurdistanê dê dîsa dest pê bike

Lalish Duhok

Wezareta Derve ya Fransayê rêz li bijîşkeke Êzidî digre

Lalish Duhok