شبكة لالش الاعلامية

Hejmara pêketîyên Koronayê li cîhanê ji 142 mîlyonanî derbas kir

Hejmara pêketîyên Koronayê li cîhanê ji 142 mîlyonanî derbas kir

Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 142 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 142,252,661 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 31,7 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 15,3 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 13,9 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 3,033,145 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 567,755 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 374,682 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 102,272 kes bi vîrusa korona ketine û 4,845 kes bi wê mirine.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Pirtûka Serok Barzanî bi zimanê Tirkî derket

Lalish Duhok

Parlemana Britanî bi Kiryarên DAIŞê yên Ser Êzîdî û Mesihîyan Wek Jenosîd Qebûl Kir

Lalish Duhok

Yekîtiya Ewropayê: Em ê alîkariyên mirovî bigihînin koçberan

Lalish Duhok