شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Em ê zirardîtiyên kampa ŞarIya qerebû bikin

Mesrûr Barzanî: Em ê zirardîtiyên kampa ŞarIya qerebû bikin

BasNews– Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe li hember bûyera şewatê ya îro ya li Kampa ŞarIya ragihand

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe li hember bûyera şewatê ya îro ya li Kampa ŞarIya ya li sînorê parêzgeha Duhokê ragihand û tekezî li ser piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo qerebûkirina zirardîtiyên vê bûyerê kir.

Li ser vê mijarê Mesrûr Barzanî di peyameke xwe de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya Twitterê diyar kir: “Ez xemgîn im ji ber nûçeya şewata li kampa Şariya ya li Duhokê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Ez ligel parêzgar axivîm û em piştevaniya temam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina pêwîstî û qerebûkirina zirardîtiyan dûpat dikin. Herwiha ji xêrxwazan daxwaz dikim ku alîkariyên zêdetir ji bo kampê dabîn bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Babe Şêx daxwaza çareseriyeke rîşeyî bo Şingalê ji Hewlêr û Bexdayê dike

Lalish Duhok

Ciwan ‘zet:Eqlê ciyawaz wek niştergerya alavên çareserkirnê

Lalish Duhok

Hewlêr ji bo rêkevtina li ser petrola Kerkûkê amade ye

Lalish Duhok