Endazyar Xalid Nermo: Proseya nûjenkirina perestgeha Lalish l ser şêwazê kevnar ya berdewame
Tora Laliş ya Ragehandinê
. nûjenkirina perestgeha Lalish bas l encamdana projeyên xizmetgozarî diket û dibêjit, cada dnavbera qeza Şêxan û perestgehê da dê bite cûtsayd û pitir asankarî bo hatin û çûna seredankeran ête kirin
Endazyar Xalid Nermo, serperştê nûjenkirina perestgeha Lalish bo Sema ragehand, hukumeta herêma Kurdistanê gringiyek taybet b tevahiya pêkhateyên olî ddet, jwan jî pêkhatê Êzidî, jber gringiya Lalish ya dîrokî û aynî jbo Êzdiyan mawê çendîn salane dest b nûjenkirnê hatiye kirin b piştevanî ya hukumetê, xêrxwazên Êzidî, konsilxaneyan, rêkxrawên biyanî û prose ya berdewame
Got jî: Çendîn projên xizmetgozarî wek çêkirina cada serekî, dergehê Lalish, kargeha zeytûnan, projên avê, zêdebarî çêkirina cada j qeza Şêxan bo perestgehê ku dê bite cûtsayd, jlayê hukumeta Kurdistanê ve
.hatine çêkirin û kar l ser yên mayin ête kirin