شبكة لالش الاعلامية

Konfiransa Jînosayîda Şingal li M.Ê.Oldenburg bi rêve çû

Lalish Media Network / Hejar Midîr

Bi beşderîya bispor,Akadîmî u vekolerên ji welatên cuda cuda, pêncemîn konfiransa Navenda lêkolînên Êzidînaisyê ser bi Mala Êzidîyan – Oldenburg li bin diruşmê ( Jînosayîda Şingal tirajîdîya çerxê 21 ê ) hate li darxistin ..

konfiranasa han bo mawê dû rojan 10-11 .10.2015 li Hola Mala Êzidîyan li Elmanîya berdewamkir u têda bernamekî pirî gotar u simînar u çalakî bûn ku têda rewşa neha ya Êzidîyan bi taybetî komkujîya Şingal u pêşeroja Êzidîyan u çend tîrojik ketine li ser dîroka pirî kuştar u tirajîdî ya Êzidîyan …

IMG_2171

gotar bêjan her yekî pişt rastîya xwe bi çend çavkaniyên dîrokî u neha u kawdanên Êzidî u kurdistan u cîhan dinavre derbas dibin xwe berhevkirbûn u niqaşek gerim u dirêj derbareyî mijaran hate kirin ..

di serîda  berêz Şehab Dax serokê Mala Êzidîyan u Dr. Eskerê Boyîk serokê navenda Lêkolînên Êzidînasiyê axivîn u dîtin u nerînên xwe anîn ziman u merema Konfirans ji bû hatî li darxistin ronkirin u pêşeroja Êzidîyan li welatê wan u derveyî welat bas lê kirin …

piştra Qehremanê Çîyayê Şingal Qasim Dirbo wek nimûneya berxwedana Şingal ji bal mala Êzidîyan Oldenburgê ve
bi aramekî Zêrî hate xelatkirin u ji bal xweve Qasim Dirbo di peyîvekê da sopasîya Mala Êzidîyan kir u bal kişande li ser berxwedana Şingal bi serperiştîya fermandê Pêşmerge Qasim Şeşo u got : em bi çi awayî destan ji Şingal nakişînin u em keç u Jinên Êzidîyan jî ji bîra me naçin ..

berpirs u şêwirmend u nivîskarên Elman u Kurd u bîyanî di serê herdû rojan da peyîvîn u dîtin u têbîniyên xwe derheqa Êzidîyan u komkujîya Şingal xistine rû u her yekî li gor hizir u bîrên xwe azad bûn u bi fikir u ramanên xwe bi awakî vekirî gotin ..12088227_899142653498310_3506271110823704746_n

li gorî amadebûyan konfiransê han bo awakî baş u bi mifa rêva çû u hîvî xwestin ku mifa u îstîfada ji bona Êzidî u Êzidîyatiyê  jê bê wergirtin ..

tê zanîn ku hijmareka mezin ji dezgeyên mîdyayê ya Kurdistanî u Elmanî u bîyanî amadeyî konfirans bibûn ..

12107895_713071628836902_5203100196528042389_n IMG_2168 12088471_713053845505347_4383860361934040371_n

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Baba Şêx bi serdanek fermî ber bi Amerîka birêket

Lalish Duhok

“Bexda newêre jenosîda ku hatiye serê êzîdiyan, qebûl bike!”

Lalish Duhok

Dû mamosta ji zankoyên biyanî li hembêza peristgeha laliş bûne mêhvan.

Lalish Duhok