شبكة لالش الاعلامية

Encumena Êzdiyên: Birûskname Damezrandina Baregehê Laleş Pîroz be

Birûskname: Damezrandina Baregehê Laleş Pîroz be

Rêzdar Şêx Şamo serokê bingehê Laleş yê rewşenbîrî û cîvakî,

rêzdaran endaman û karmendên bingehê Laleş,

hêja û rêzdaran, bi bîranîna Bîst û yekemîn salvegera damezrandina Bingehê Laleş yê rewşenbîrî û civakî, û bi helkeftina vekirina Baregehê nuh , bi navê Encumena Êzdiyên sûrî ji dil û can em pîropzbahiyên xwe yên germ arasteyî weyên rêzdar dikin.

Bingehê Laleş, ku li ser destê jimarek mezin ji nivîskar, rewşenbîr û xemxewrên Êzdayetiyê hat damezrandin gaveke dîrokî pêdivî û pêwîst bû , û bi xêzên zêrîn di dîroka kurdên Êzdî ya rewşenbîrî de hate nivîsandin.

Em ji dil û can wan hêjayan silav dikin û dibêjin keda û xebata we, û semyanê we yê rewşenbîrî ronahiye ji bo me.

Rêzdaran, Me pir pêxweş e îro di vê bîranîn û helkeftina ciwan de, li bîra hemî xemxwerên Êzdayetiyê û gelê Kurd û Kurdistanê bînin ku bingehê Laleş yekemîn dezgeh bû ku destê birayetiyê ji bo me êzdiyên rojava dirêj kirin, û bi berdewamî alîkarî û piştevaniya me kirin.

Silav ji wer e, silav ji keda wer e , silav ji endam û karmendên we re silav û Sed silav ji rêberên we re

Bi hêviya ku rojên we hemi serkeftin bin

 

Encumena Êzdiyên Sûrî

13.05.2014

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Gringîya(Kum û Xerqe) di ola Êzidiyan da hate behiskirin

Lalish Duhok

Rojnamevanekî rojnameya Dengê Laliş tê eşkencedan

Lalish Duhok

Li ser derxistina PKKê ji Şingalê, nakokî ketiye navbera Ebadî û Malikî

Lalish Duhok