شبكة لالش الاعلامية

Pîr Dîma :em di bînin bingehê Laliş mala hemû Êzidîya ye

Veguhastin :Çinar Şemo

şarezayê dînê Êzidîyan û endamê mala Êzidîyan li Gorcistanê  dîyar kir ku Bingehê laliş karye bibe zimanê zanistî yênaskirna Ola Êzidîyan û salyada Bingehî jî li tevaya Êzidîyan pîroz kir .

Pîr Dîma taybet bo rojnameya Dengê Laliş xweya kir : ew wek Mala Êzidîyan li Gorcistanê kar û xebata Bingehê laliş ji bo naskirin û xizmet kirina Êzidîyan bilind di nerxîne , lewma jî cihê vî Bingehî li Gorcistanê rêzeka mezin heye. Şarezayê ola Êzidîyan li ser navê Mala Êzidîyan li Gorcistanê bîst û yek salya damezrandina Bingehî pîroz kir û supasyên xwe gehandine  serokatya Hikumeta Herma Kurdistanê bo wê piştevanya li Bingehê Laliş dikin .

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe. Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene. Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.” Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.” Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne. Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Lalish Duhok

Du êzîdiyên din ji destê çekdarên DAIŞê hatin rizgarkirin.

Lalish Duhok

Encumena Êzdiyên: Birûskname Damezrandina Baregehê Laleş Pîroz be

Lalish Duhok