Bi hazir buna jimareke kesan ji kundên cuda cuda yên êzidîyan û her wisa bi hazir bûna Babê şêx rê û resmên tiwafa şêx mend li Êsivnê ( Senterê qeza Şêxan ) hatine gêran.
Wek her tiwafeka dî ya Êzidîyan rê û resmên tiwafa Êsvnê hatine gêran . ku danê sibê li roja tiwafê her maleka Êzidî akincîyên wî gundî serbirekî di ke qurban û di kin firavîn u parvedikin wek xêr ji bo pîrozîya tiwafê, piştî fravînê Babe Şêx di gel xelkê gundî qesta mezarê Şêx Mend di ke û paşre kabanî di gel celntka şîvê dê qesta Nîşengeha şêx mend ket û amadebûy jî dê şîvê li ber mezarî dixun .
Li dor van rê û resman Babê Şêxê Êzidîyan di bêje :
Hîvîdarm her sal bi dilên xweş hemû Êzidî û hemû xelkê vê dinyayê cejin û helkeftên xwe bi xoşîy û aramî derbas biken , bi taybet em xelkê kurdistanê destê xwe bidin yek ji bo dabînkirna rojek geş û ava kirina welatê xo , ku em hemû têde bijîn wek xêzanek bê cudayî di navbera hemû xelkê Kurdistanê û yek û dû qebûl bikin bi hevre harîkar bin di gel hev da ji bo avakirina wellatê xo û hemû rêya bigrin li hemû nehezên vî welatî.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî