شبكة لالش الاعلامية

Rêkeftina pêkvejiyanê li Mûsilê dê were imzekirin

Rêkeftina pêkvejiyanê li Mûsilê dê were imzekirin

Çavkanî : BasNews

Endamê Civata Parêzgeha Nînewa Berkat Şemo ragehand ku, wê rêkeftina pêkvejiyan û lêborîna olî di navbera Musliman, Kirîstiyan û Êzidiyan de were imze kirin, jibo piştî rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞê nakokî çênebin.

Îro 25 Temûzê Berkat Şemo ji BasNews re ragehand ku, rêkfetin dê jibo bihêzkirina pêkvejiyanê be, jibo ku, piştî rizgar kirina Mûsilê ti pirsgirêk û nakokî li deverê çênebin û hemû wek bira bijîn û bi aramî vegerin ser milk û malên xwe.

Herwiha got: “Di rêkeftinê de wê were pesend kirin ku, ew kesên bûne DAIŞ û alîkariya terorîstan kirine lê nayê bûrandin û divê bighên cezayên xwe yên yasayî, ew malbatên ku aware jjî bûne, kesê ku ji wan nebûbe DAIŞ û alîkariya DAIŞê nekiribe ti karê hikûmetê ligel wan nîne, lê ku bûne DAIŞ û alîkariya DAIŞê kirine dê bi her halî werin siza kirin.”

Şemo diyar jî kir ku, heta niha dema imzekirina rêkeftinê nediyare, lê berî ku Mûsil were rizgarkirin dê were imze kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî: Divê di zûtirîn dem de tola şehîdan bê hildan

Lalish Duhok

Berpirsekî pilebilind yê xwendina bilind li Kurdistanê jibo şanda Bingehê Laliş: Ji bo xizmetkirina xwendekarên êzîdî dê hemahengî hebe.

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Êrîşa Bexdayê, nîşana bêwîcdanî û nemirovbûna terorîstan e

Lalish Duhok