شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Rizgarkirina Mûsilê pêdvî bi planeka hevpişka herêm û Bexda ye

Nêçîrvan Barzanî: Rizgarkirina Mûsilê pêdvî bi planeka hevpişka herêm û Bexda ye

Çavkanî :WaarMedia

Serok wezîrên herêma Kurdistanê ragîhand; daxwaz ji Bexda hatîye kirin, herzû planeka hevpişk bo rizgarkirina Mûsilê bê danan û peywendîyên herêm û Bexdayê jî, baştir pêşve biçin.

Nêçîrvan Barzanî serok wezîrên herêmê, li Hewlêrê pêşwazî li Yanko Bîc nûnerê taybetê neteweyên Yekgirtî li Îraqê kir û di kombûnekê da, nûnerê UN serdana serok wezîrên herêma Kurdistanê ya Bexda bi serkevtîyane bi navkir û daxwaz kir, peywendîyên herêm û Bexdayê di hemû waran da bihêz tir bikevin.

Dîsan destxweşî li hikûmeta herêmê kir ku digel berpirsên rêxistinên Nêvdewletî û hikûmeta Îraqê, Mijûlî danana planeka başin bo pêşwazîkirinê li awareyên Mûsilê.

Ji alîyê xwe ve serok wezîrên herêmê got: serdana wan ya Bexda gaveka başbû, bi taybet ku herdu alî li ser hinartina petrola Kerkûkê rêkevtine û got: peywendîyên Hewlêr û Bexdayê dê berdewambin û Neteweyên Yekgirtî jî, dikare rolê xwe di pêşxistina wan peywendîyan da bibîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Berhevîyên gêrana Cemaya Şerfedîn dêne kirin”

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 23 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Parêzgerê nû yê Duhokê dest bi kar bû

Lalish Duhok