شبكة لالش الاعلامية

Li Duhokê bi du milyar dînaran ve 4 bendav tên çêkirin

Li Duhokê bi du milyar dînaran ve 4 bendav tên çêkirin

BasNews – Rêveberê avdêriya parêzgeha Duhokê ragehand, zêdetirî 2 milyar dînaran ve dest bi cîhbicîh kirina çar bendavên axî yên ji bo komkirina ava parêzgeha Duhokê hatiye kirin.
Rêveberê avdêriya parêzgeha Duhokê Endazyar Hêja Ebdulwahid Salih ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dest bi çêkirina 4 bendavên axê li parêzgeha Duhokê hat kirin ku pêktên ji bendava Aluka ya li qeza Şêxan, ku ew bendav dikare 492 hezar metre mîkab av kom bike û bendava Kîlkay li qeza Sêmêlê û ew bendav jî dikare 375 hezar û 283 metre mîkab avê kom bike. Bendava Himza ya li qeza Amêdî ku ew jî dikare 113 hezar metre mîkab avê kom bike. Çêkirina herçar bendavan naha li ser budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê cîhbicîh kirin.
Herwaha got: ‘’Ev projeya avê bo karê çandinî û parastina ava bin erd û xwedî kirina masî û sewalan û sektora geştûguzarê dê sûdên wê hebe.’’

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş 52 salya êketiya zanayên aynê îslamê pîroz dike.

Lalish Duhok

Bingehê Laliş Pîrozbahîya Cejna Rojîyên Êzî Li Tevahîya Êzidîyan dike.

Lalish Duhok

Sûdaniyê ku xwe fêrî Kurdî kiriye bang li Serok Barzanî kir wî ji Sûdanê derxîne û bîne Kurdistanê

Lalish Duhok