شبكة لالش الاعلامية

Jineke kurd berbijêra bihêz a serokatiya hikûmeta Holanda ye

Jineke kurd berbijêra bihêz a serokatiya hikûmeta Holanda ye


BasNews – Îro di medyaya Holandayê de hatiye ragihandin ku niha pênc namzedên sereke ji partiya Mark Rutte xwe namzed kirine û egera wê yekê heye Dîlan Yeşîlgoz ku xelkê Bakurê Kurdistanê ye, bibe Serokwezîra Holandayê.
Li gor medyaya Holandayê, Dîlan Yeşîlgoz ji bo Serokwezîriya Holandayê xwe kiriye namzed û egera wê yekê heye ku bibe Serokwezîra Holandayê, Yeşîlgoz niha Wezîra Dad û Asayişa Holandayê ye.
Namzeda duyem, Jeanine Hennis-Plasschaert e, ku niha Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê ye, namzedeke bihêz e ji bo wergirtina postê Serokwezîriya Holandayê.
Namzedê sêyem Klaas Dijkhoff yê 42 salî ye, ku pêştir di kabîneya Mark Rutte de Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Penaberan bû.
Hat ragihandin ku namzedên çarem û pêncem jî Edith Scheepers û Sophie Hermans e.
Dîlan Yeşîlgoz xelkê bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê ye û di sala 1984an de ligel malbata xwe koçî Holandayê kiriye.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Fermandarek Pêşmerge: PKK û heşdî şeibî propaganda dijî referandomê li Şingalê dikin

Lalish Duhok

Amerîka dê pêşwaziya 10 hezar penaberên Sûriy bike

Lalish Duhok

Li Hewlêrê bi amadebûna Serok Barzanî roja niştimanî ya Fransa hat pîrozkirin

Lalish Duhok