Şêx Şamo : Piştevanî kirina gencan û rêkxstyên civakê sivîl ji armancên bingehê lalişe
Çinar Şemo \ LMN
Bi amadebuna Şêx Şamo seroke desteya bilinda bingehê laliş û jimareyeka kesayetyên rewşenbîr û civakî û rêkxrawên civakê sivîl yên navxwoyî û nîv dewletî , li rekeftî 31\10\2016 ê (20) xwendekar ji herdu regezan ji xoleka fêrkirina zimanê inglîzyê derçon ewa ji alyê senterê gencan li Duhokê bi piştevanya rêkxstya UPP ya Îtalyî û rekxstya (Mesele) hatye encam dan bi hemahengî ligel bingehê laliş li Duhokê û bo mawê nêzîkî(2) mehan ya berdewam bu .
Bi vê helkeftê , serokê desteya bilinda bingehê laliş peyvek pêşkeşî amadebuyan kir û pîrozbahî li derçoyan kir û got : zanist disa çekekê bihêze pê şerê dijminên mirovayetyê di keyn ew jî bi ferbuna zimanên dîtir û bi taybet zimanê inglîzye , ev gence di karn civakê me avedan bikin berev baştirbunê .
Herwisa di peyva xwede dupatî li piştevanya bingehê laliş kir bo hemu çalakyên xortkirina binemayên pekvejyana hevbeş dinavbera pêkhatên cuda li Duhokê û bi taybet pişkdaran ji aînên cuda , tekez kir ku dergehê bingehê laliş yê vekirî ye bo hemuyan û bingeh mala tevaye.
Di ahinga derçona xwendekaran de , bawername li ser pişkdaran hatne belavekirin û birgeyeka muzîkê hate sazdan , zêdebarî pêşkeşkirina peyvan jibal pişkdaran ve.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
